Roja pêncemîn: Di şerê Îranê de rewşa dawî
Şerê ku bi êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, li herêmê belav bûye. Alî êrişên li hemberî hev dewam dikin.
Şerê ku bi êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, li herêmê belav bûye. Alî êrişên li hemberî hev dewam dikin.
Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kirin. Îsraîlê di pêla dawî ya êrişan de berê xwe da binesaziya ewlekarî û leşkerî ya li Îranê. Îranê jî bi fuzeyan êriş bir ser hedefên DYE û Îsraîlê.
ÎSRAÎL: HER LÎDEREKÎ NÛ DI HEDEFÊ DE YE
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku li Îranê her lîderekî nû yê ku polîtîkayên li dijî Îsraîlê dewam bike, wê bibe hedefek ku ji holê bê rakirin.
NAVENDA NUKLEERÎ, NAVENDÊN BESÎC Û EWLEKARIYA HUNDIRÎN HATIN BOMBEKIRIN
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Tehran jî di nav de li Îranê bi dehan carî êriş bir ser navendên hêzên Besîc, hêzên ewlekariya hundirîn û binesaziya leşkerî. Îsraîlê her wiha diyar kir ku navendeke ku çekên nukleerî hildiberîne ya li nêzî Tehranê hatiye bombekirin. Hate gotin, ji destpêka şer û vir ve nêzî 300 fuzeyên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin.
JI ÎRANÊ ÊRIŞÊN BI FUZEYAN
Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku zêdeyî 40 fuze avêtine hedefên DYE û Îsraîlê.
Her wiha îdîa kir ku kontrola Tengava Hurmuzê bi temamî di destê hêzên wan ên deryayî de ye.
DYE: NÊZÎ 2 HEZAR HEDEF HATIN BOMBEKIRIN, 17 KEŞTÎ HATIN ÎMHAKIRIN
Artêşa DYE'yê diyar kir ku di operasyonên li dijî Îranê de nêzî 2 hezar hedef hatin bombekirin û keştiyeke binê avê jî di nav de 17 keştiyên Îranê hatin îmhakirin. Washingtonê her wiha ragihand ku eger pêwîstî pê hebe ew ê karibin li gel tankerên petrolê yên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin, tevbigere.
ŞER LI HERÊMÊ BELAV DIBE
Hate ragihandin ku li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Erebistana Siûdî, stasyoneke CIA'yê rastî êrişeke droneyê hat ku hate îdîakirin a Îranê ye.
JI EWROPAYÊ TEQWIYEYA LEŞKERÎ
Fransa û Îngilistanê biryar dan ku hêza leşkerî bişînin herêmê. Keştiya balafiran a Fransayê Charles de Gaulle û balafirên şer ên Rafale, keştiya şer a Îngilistanê û sîstema parastina hewayî ji Rojhilata Navîn re têne şandin.
ÊRIŞÊN LI LUBNANÊ
Artêşa Îsraîlê li Lubnanê jî bombe li herêmên cuda yên welêt û banliyoya başûr a Beyrûdê barand ku weke keleha Hîzbûllahê tê naskirin.
Hate ragihandin ku di êrişên dawî de herî kêm 12 kes mirin: Îsraîlê ji bo gelek deverên li başûrê Lubnanê banga veguhestinê kir.